Li Êlihê karkerek ceryanê pê girt û can xwe ji dest da

Li Êlihê di sehaya petrolê de karkerek ji ber ku ceryanê pê girt canê xwe ji dest da û du karker jî birîndar bûn.

Ekleme: 18.05.2024 10:30:19 / Güncelleme: 18.05.2024 10:30:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li nêzê gundê Erensa navçeya Qubîna Êlihê di sehaya Xarzana TPAOyê de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, karkerên İ. D, O. B. ve S. O. ku di fîrmayeke taybet de dixebitin di dema ku xeta ceryanê dikişandin de ceryanê bi wan girt.

Welatîyên ku bûyerê dîtin xeberê ji ambûlans û cendermeyê re şandin.

Di encama kontrola ku ekîbên tenduristîyê kirin de hat îfadekirin ku Î.D. canê xwe ji dest daye, 2 karker jî birîndarin û Nexweşxaneya Dewleta Qubînê re hatin rakirin.

Ji bo otopsî bê kirin cenazeya Karkerê ku canê xwe ji dest daye ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Êlihê re hatin sewqkirin. (ÎLKHA)