NY: Li Refahê 600 hezar kes koçber bûn

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ragihand ku ji ber êrîşên li ser bajarê Refahê ya li başûrê Xezzeyê 600 hezar kes koçber bûne.

Ekleme: 16.05.2024 12:05:19 / Güncelleme: 16.05.2024 12:05:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

UNRWA ragihand ku li pey êrîşa bejayî ya rejîma îşxalker a siyonîst ser bajarê Refahê, tê texmînkirin ku bi sed hezaran Filistînî ji vî bajarî koçber bûne.

UNRWA’yê ragihand ku nêzî 600 hezar Filistînî ji ber êrîşên li ser Xezzeyê bi darê zorê koçber bûne.

Di daxuyaniyê de ev daxuyanî hatin dayîn:

“Tevî ku 76 sal di ser Nekbayê (Karesata Mezin) re ku Filistînî di bin koçberiya bi darê zorê de derbas bûn jî, Filistîniyên bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin koçberkirin.

Heta niha 600 hezar kes neçar mane ku ji Refahê ku êrîş lê berdewam dikin birevin.

Ji ber şerê li Xezzeyê, nêzî 1.7 mîlyon kes neçar man ku mal û stargehên xwe biterikînin, ku gelek ji wan gelek caran koçber bûne." (ÎLKHA)