Ji Tuxayên Qessamê li Xezzeyê operasyona berfireh: 12 leşkerên îşxalê mirin

Tuxayên Qessamê diyarkir ku, di encamên operasyonên li Cîbalîyeya Bakura Xezzeyê de herî kêm 12 leşkerên îşxalê mirine.

Ekleme: 15.05.2024 15:09:46 / Güncelleme: 15.05.2024 15:09:46 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tuxayên Qessamê, li ser hesaba xwe ya Telegramê derheqê operasyonên ki herî kêm 12 leşkerên îşxalê mirine de agahî da belavkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku:

“Di operasyona berfireh a li qampa koçberan a Cîbalîyeya Bakura Xezzeyê de Tuxayên Qessamê, bi roketa ‘Yasîn 105’ buldozereke leşkerî a D9ê hedef girtin û bi 2 roketên antî-personel êrîşî hêzên sîyonîstên ku li hundirê malekê bûn hedef girtin û bi wan re ketin nav pevçûnê. Mucahîdan tanqa ‘Merkava’yê ku hatibu alikariya leşkerên sîyonîst bi mayina ‘Şûvaz’ê teqandin.

Piştî ku Mucahidan hewil da ku tiştên hêzan bi dest bixin, hêzên hewayî yên siyonîst cihê operasyonê bênavber bombebaran kirin. Mucahîdên me destnîşan kirin ku di çalakiyê de herî kêm 12 leşker hatine kuştin.”

Tûxayên Qassam di heqê operasyonên din ên ku ji danê sibehê ve li dar xistine de ev agahî dan:

“Mucahîdên me li rojhilatê qampa Cîbaliye ya li bakurê Xezzeyê bi rêya balafireke bêfirokevan teqemeniyên antî-personel avêtin ser komek leşkeran.

Mucahîdên me li nêzî Mizgefta El-Tabeyn a li rojhilatê bajarê Refaha li başûrê Xezzeyê bi guleya sekvanekî li eskerekî siyonîst xistin.

Mucahîdên me bi sîstema fûzeya ‘Racumê’ ya menzîla kurt a 114 mm bajarê Sderotê yê îşxalkirî bombebaran kirin.

Mucahîdên me li Qampa Cibaliye ya li bakurê Xezzzeyê bi roketeke ‘Yasîn 105’ buldozereke leşkerî ya D9 hedef girtin.

Tûxayên Qassam dîmenên kêliyên ku mucahîdên li rojhilatê bajarê Cibaliye li bakurê Xezzeyê bi roket, sekvan û hawanan li wesayît û leşkerên dijmin xistin, parve kirin.

Tûxayên Qassam her wiha dîmenên balafireke bêmirov a siyonîst li rojavayê kempa Cibaliye li bakurê Xezzeyê girtin.” (ÎLKHA)