Li Şerîaya Rojavayê 8 hezar û 745 Fîlîstînî hatin êsîrgirtin

Rejîma îşxalker a sîyonîst ji 7ê Cotmehê vir ve ku destpêka operayona “Tofana Eqsayê” ye li Şerîaya Rojava û Qudsê 8 hezar û 745 Fîlîstînîyan êsîrgirt.

Ekleme: 15.05.2024 14:35:18 / Güncelleme: 15.05.2024 14:35:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sîyonîstên îşxalker ku li Şerîaya Rojava û Qudsê êsîrgirtinên xwe û êrîşên zêde kirîye, di nav 24 seatên dawîn de li Beytullahîm, El Xelîl, Tulkerîm, Kalkalîyye û Qudsê 20 Fîlîstînîyên ku di navbera wan de êsîrên ku berê hatibûn serbestberdan jî hene desteser kir.

Li gorî daneyên Komîsyona Êsîrên Fîlîstînê, ji 7ê Cotmehê vir ve li Quds û Şerîaya Rojavayê “Bi tevî yên ku ji malên xwe, nuqteyên kontrolê ya keşkerî û bi zorê hatine teslîmgirtin” hejmarê êsîrên Fîlîstînîyan gihaşt 8 hezar û 745an.

Hat daxuyandin ku rejîma sîyonîst dema ku Fîlîstînîyan êsîr digre bi îşkenceyê wan digre û zor û tehdayîya li wan dike.

Hat îfadekirin ku ji 7ê Cotmehê vir ve di encama êrîşên Cîhûyîyan de şehîd ketine jî derketîye 498an.

(ÎLKHA)