Li Emrîqayê otobûs qeza kir: 8 mirî, 45 birîndar

Li wîlayeta Florîdaya Emrîqayê otobûsa ku karker di nav de bûn qelibî, di encama qezayê de herî kêm 8 kesan canê xwe ji dest dan, 45 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 15.05.2024 10:05:19 / Güncelleme: 15.05.2024 10:05:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Daîreya Wesayîtên Bi Motor û Ewlehî ya Rêya Florîdayê, destnîşan kir ku qeza di seat 06.35an de li ser rêya SR 40ê pêk hat.

Çapemenîya mehellî destnîşan kir otobûsa ku di nav de 53 karker hebû, dema ku di rê de diçû li wesayîtekî dinê qelibî û qulipî.

Di encama qezayê de herî kêm 8 kesan canê xwe ji dest dan, hinekên wan giran 45 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran destnîşan kirin dibe ku hejmarê mirîyan zêde bibe. (ÎLKHA)