ÎDEV li Nisêbînê semînera "Bila Malbata Min Bibe Cenneta Min" li dar xist

Weqfa Perwerdeya Îdeal, semînera ewil "Bila Malbata Min Bibe Cenneta Min" bi beşdarîya Ozkan Yamanê Nivîskar-Perwerdeker li Nisêbîna navçeya Mêrdînê pêk anî.

Ekleme: 13.05.2024 13:50:21 / Güncelleme: 13.05.2024 13:50:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Gelek Nisîbînîyan beşdarî bernameya "Bila Malbata Min Bibe Cenneta Min" a ku bi beşdarîya Ozkan Yamanê Nivîskar-Perwerdeker pêk dihat bûn.

Çalakiya ku ji aliyê nûnerê Nisêbînê yê Weqfa Perwerdehiya Îdeal (ÎDEV) Şahîn Hatîpoglu ve li Salona Konferansê ya Navenda Perwerdehiya Gel a Nisêbînê hat lidarxistin, ji aliyê Talha Yasir Şîmşek ve bi tîlaweta Qur'ana Kerîm dest pê kir.

Perwerdekar û nivîskar Ozkan Yaman bi mijara "Mafên Me ne Mafên Min" semîner li dar xist.

Ozkan Yaman wisa axivî:

“Nêzî 13 sale em di TVyê de bernameya malbatê li dar dixin, nêzî hezar beşî bernameya me hat lidarxistin. Me guh da gelek malbatên biproblem. Hin pirsgirêkên wan hatin çareserkirin, lê dîsa jî malbatên ku em pê re mijûl dibin hene. Dema ku ez radizêm, ez difikirim ka em çawa dikarin ji van pirsgirêkan re çareseriyek bibînin. Ez xew nakim bêyî ku bifikirim ka em bi kê re biaxivin û em dikarin çi bibêjin. Pirsgirêkên weha rastiyek jiyanê ye. Pêdivî ye ku hûn mirovan nas bikin û hevûdu nas bikin. Qur’an’a Kerîm însan nasî me dide. Ya mirov, tu kî ye? Bersiva vê pirsê di Qur’an’ê de heye. Ya pîrek, tu kê ye? Dîsa bersiva vê pirsê di Qur’an’ê de heye. Însan; hêrsok e, xudbin e, bilez e, nankor e, aciz e. Em di heqê vêya de di Qur’an’a Kerîm de pir ayeta kerîm diwxînin. Mêr-Jin hatiye terîfkirin, mînakên wan hatiye dayîn.”

Yaman wiha axivî, “Resulê Xwedê eleyhîsselam sehabiyên xwe pir baş nas kiriye. Gişan nas dike, exlaqê wan dizane. Heta 100 sal berê li Ewropayê li bazarên Îtalya, Elmanya û Awûstûryayê darên lêdanê yên ji bo jinan li kêleka dezgehên petat û bacanan dihatin firotin. Yek darê zirav, yê din darê qalind yê din hebikî din qalindtir bû. Di heman demî de di salên 1800î de li Ewropayê jin nikaribû dest bi Încîlê bida. Xwendina Încîlê ji pîrekan re yesax bû. Heta salên 1950yan jî li Elmanyayê yaseya cezayê ya Elmanan hebû. Di yaseyê de, dema ku pîrek zilama xwe biqeherîne û lêdanê bixwe heq nedihat dayîn jinan û zilam jî ceza nedistend. Li Îsvîçre û Kanadayê heta 15 sal berê heqê hilbijartina jinan tune bû. Li Rojavaya nûjen dema ku şampo û deterjan difroşin, jin jî perçeyek e ku li kêleka wê tê danîn. (ÎLKHA)