Hikûmeta li Xazzeyê: Ew ê di 48 seatan de sotemenîya mewcûd biqede

Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta li Xazzeyê bi daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ê sotemenîya mewcûd di nav 48 seatan de biqede.

Ekleme: 12.05.2024 17:15:20 / Güncelleme: 12.05.2024 17:15:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di berdewama daxuyanîya ku ji teref Ofîsa Medyayê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat ragihandin ger sotemenî biqede ew ê qeyrana însanî û felaketên gelekî mezin rû bidin.

Di heman daxuyanîyê de hat diyarkirin dema sotemî qedîya ew ê ava vexwarinê ji ber nexebitîna pompeyên avê nikaribe bê temînkirin û dê gel ji gelek xizmetên pêwîst mehrûm bimînin.

Her wisa di daxuyanîyê de hat diyarkirin ev felaket û qetlîama ku li Xazzeyê bi destê siyonistan tê kirin sûcê şer e û lazim Neteweyên Yekbûyî û sazîyên din ên navneteweyî berî ku sotemenîya mewcûd biqede lazim e ji Xazzeyê re sotemenîyê tedarik bikin.(ÎLKHA)



Etiketler: