Hejmarê mirîyên ku li Efxanîstanê di lehîyê de mirine derket 300î

Li Efxanîstanê ku barîna barana dijwar berdewam dike hejmarê mirîyên ku di lehîyê de mirine derket 300î.

Ekleme: 11.05.2024 16:55:18 / Güncelleme: 11.05.2024 16:55:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê lehiya li Efxanîstanê de daxuyaniyek da. Di daxuyanîya ku belav kir de hat destnîşan kirin ku lehiyên vê dawiyê li Gozargah-e-Nûr, Jelgah, Nahrîn, Dushi, Baghlan-e-Markazi, Dahna-e-Ghori, Tala-o-Barfak û Barka û her weha li piraniya deverên eyaletê bandor bûne.

Hat diyarkirin ku ji ber lehiyê li parêzgehê herî kêm 300 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Emîrtîya Îslamî ya Efxanîstanê telîmat da hemû rayedar û saziyan ku çavkaniyên xwe ji bo rizgarkirin û alîkariya kesên ku ji lehiyê bandor bûne bikar bînin.

Hat ragihandin ku xebatên ji bo rizgarkirina kesên ku li herêmên lehiyê girtî mane berdewam dikin. (ÎLKHA)