Çalakiyên piştgiriyê yên ji bo Xezzeyê li zanîngehên gelek welatên cîhana rojava, bi taybetî li Amerîkayê hatin destpêkirin, bi pêlan belav dibin.
“Teslîma wan a bi dil û can ji Xwedê re bandor li tevahiya dinyayê kir”
Der barê protestoyên xwendekaran ên ku li Rojava dest pê kirin û li Tirkiyeyê dewam dikin re, Rektorê Damezrîner ê Zanîngeha Ûskudarê Prof. Dr. Nevzat Tarhan got:
“Bûyerên Xezzeyê bandorek mezin li ser wijdana cîhanê kir. Standardên dualî, bi taybetî yên ji aliyê hêzên cîhanî ve dihatin kirin, berê bi awayekî dizî dihatin kirin, lê niha eşkere bûne. Bi rastî baş bû. Tiştên ku li Xezzeyê qewimî bû wek kaxizeke tunûsolêye ku başî û xirabiyê ji hev vediqetîne. Li vir mirovên qenc û rast bandor li dinyayê kirin. Yekî din jî dawî li Îslamofobiyê anî. Îslamofobî fikreke ku bi salan dihat çandin bû. Yên ku şerekî gerdûnî dixwestin, hewceyê dijminek ku ji hêla pîşesaziya çekan ve hatî pêşve xistin. Ji ber vê yekê jî bingehparêziyê weke dijmin nirxand û ji bo vê jî Îslamofobî weke sembolek çêkir. Bi salan li ser dixebitîn û di fîlman de gihandine cihekî. Lê di rewşeke wiha de rastiya ku Îslam bi rastî navê Allah ê Rehman û di Îslamê de têgeha merhemetê tîne ziman, dilpakî û teslîmbûna Xezzeyî ya li wir û teslîmbûna wan a ji dil û can, bandor li tevahiya cîhanê kir.”
"Xirabî tenê eger wijdanê civakî, wijdanê gerdûnî gavan bavêje, dikare were sekinandin"
Tarhan da zanîn ku her çend di destê mucahîdên Xezzeyê de gelek êsîr hebûn jî, di rewşeke wiha de ji bo tolhildanê tevnegeriyan û exlaqê Pêxember eşkere kirin, Tarhan gotinên xwe wisa domand, “Nifşên nû bêtir alîgirê mesûmîyê ne… Ew bêtir edaletê, bêtir wekheviyê dixwazin. Ji ber ku siberoj wê ya wan be. Dinyaya ku wê ji wan re bê hiştin divê xweş û rast be. Berteka wan pir însanî bû. Li Tirkiyeyê jî Rêxistinên di heqê vê de hatin lidarxistin. Li zanîngeha me ciwanan bi tevahî spontan rêxistinên curbecur organîze kirin. zanîngeha me jî bi awayekî qanûnî piştgirî da çalakiyên ku di warê Tenduristî, Spor û Çandê de hatine destpêkirin. Xwendekaran fikrên xwe anîn ziman. Di çarçoveya azadiya raman û azadiya derbirînê de bi awayekî pir bipîvan tevgeriyan û belav bûn. Pêwîstiya mirov sekinîneke bi vî rengî heye. Ger em nikaribin tiştekî bikin jî, di rewşên wiha de, herî kêm divê xeletî were gotin. Xirabî tenê eger wijdanê civakî, wijdanê gerdûnî gavan bavêje, dikare were sekinandin. Peyveke Dante heye ku dibêje, "Cihên herî tarî yên di dojehê de ji bo kesên ku di demên krîza exlaqî de bêalî dimînin re hatiye veqetandin." Ji ber vê yekê, yên ku li hember xerabiyê bêdeng dimînin, divê bifikirin. (ÎLKHA)