Rejîma sîyonîst: Di şera Xezzeyê de 637 leşker, 68 polîs û 6 endamên Şîn-Betê mirin

Artêşa qaşo ya rejîma sîyonîst ragihand ku di pevçûnên Xezzeyê de 711 îşxalkerên ku 637ê wan leşker, 68ê wan polîs û 6ê wan jî endamên Şîn-Betê bûn mirin e.

Ekleme: 10.05.2024 12:05:27 / Güncelleme: 10.05.2024 12:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejîma îşxalkera sîyonîst ragihand ku, li Refahê 2 erebeyên leşkerî yên wan hatine xistin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 4 leşker mirine, 1 leşker jî giran birîndar bûye.

Hat ragihandin ku ji 7ê Cotmehê vir ve heta niha di pevçûnên Xezzeyê de 711 îşxalkerên ku 637ê wan leşker, 68ê wan polîs û 6ê wan jî endamên Şîn-Betê bûn mirin e.

Artêşa qaşo ya rejîma îşxalker a sîyonîst agahiya rastîn a hejmara leşkerên kuştî û birîndar ji raya giştî vedişêre.

Di daxuyaniyên ne fermî de hejmara kuştî û birîndaran bi hezaran tê îfadekirin. (ÎLKHA)