Li Efxanistanê teqîn: 3 polîs mirin

Di encama teqîna ku lu Bedahşana wilayeta Efxanistanê pêk hat de 3 polîs jiyana xwe ji dest dan, 5 polîs jî birîndar bûn.

Ekleme: 08.05.2024 16:40:16 / Güncelleme: 08.05.2024 16:40:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li bajarê Faîzabada wilayeta Bedahşanê qewimî.

Di daxuyaniya ku Abdulmetîn Kanîyê berdevkê Wezareta Karên Hundir a Mîritîya Îslamê ya Efxanistanê kir de hat gotin ku, di seet 11.00an de li bajarê Faîzabadê motorsikleta ku teqemenî lê bû, karwana polîsên micadeleyê ya bi tiryakê hedef girtiye.

Kanî ragihand ku di teqînê de 3 polîs mirin, 5 polîs jî birîndar bûn.

Her wiha Kanî got ku, di heqê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Tu kom an kes berpirsîyariya teqînê ser xwe negirt. (ÎLKHA)