Qeter, ji bo agirbestê heyetek dişîne Misrê

Qeterê ragihand ku ji bo ji nû ve destpêkirina muzakereyên li ser agirbestê û pevguhertina girtiyan li Xezzeyê wê îro heyetekê bişîne Qahîreya paytexta Misrê.

Ekleme: 07.05.2024 12:05:24 / Güncelleme: 07.05.2024 12:05:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Mecîd El Ensarî diyar kir ku wan bersiva HEMAS'ê ya li ser agirbestê "erênî" dibînin.

Ensarî got: "Heyeta Qeterê dê sibeha Sêşemê wê biçe Qahîreyê ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinên nerasterast bi rêya navbeynkaran."

HEMASê duh ragihandibû ku wan teklîfa agirbestê ya ku ji aliyê navbeynkaran ve hatiye dayîn qebûl kirine.

Rejîma sîyonîst ku agirbest qebûl nekir, biryara berdewamiya êrişên ser Refehê da.

Di êrişên rejîma sîyonîst a ser Xezzeyê ji 7ê Cotmehê ve, 34 hezar û 735 filistînî yên ku ji wan herî kêm 14 hezar û 944 zarok û 9 hezar û 849 jin şehîd bûn û 78 hezar û 108 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)