Li Şerîayê û Qudsê 25 Filistînîyên din hatin desteserkirin

Rejîma îşxalker a sîyonîst ji 7ê Cotmehê vir ve li Quds û Şerîayê 8 hezar û 575 Filistînîyan desteser kir.

Ekleme: 05.05.2024 14:55:19 / Güncelleme: 05.05.2024 14:55:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sîyonîstên îşxalker ên ku êrîş û desteserkirinên xwe yên li Şerîa û Qudsê zêde kirin, di 24 seetên dawî de 25 Filistînîyên din esîr girtin.

Hat ragihandin ku di nav kesên hatin desteserkirin de pîrek, zarok û êsîrên ku berê hatibû berdan hene.

Hat diyarkirin ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Quds û Şerîayê, hejmara Filistînîyên ku hatine şehîdkirin gihaşt 496an. (ÎLKHA)