Li Xezzeyê 10 hezar kes an windane yan jî di bin enqazan e

Hat ragihandin li Xezzeya ku nêzî 15 hezar zarok û 10 hezar pîrek jiyana xwe bidest xistine, 10 hezar kes jî yan windane yan jî di bin enqazan e.

Ekleme: 05.05.2024 13:55:21 / Güncelleme: 05.05.2024 13:55:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku ji teref ofîsa medyaya hikumeta li Xezzeyê hat ragihandin ku, , 10 hezar Xezzeyî yan windane yan jî di bin enqazan e.

Hat ragihandin ku ji 6 mezelên bitop ên ku di êrîşa arteşa îşxalê yên li dijî nexweşxaneyan çêbûbû de cenazeya 471 Filistînî hat dîtin.

UNICEF diyarkir ku li Refahê ku 1,5 mîlyon însan li wir girtî mane, ji wan 600 hezar zarok nexweş, birîndar û  birçî ne.

30 zarok li Xezzeyê ya ku rejîma sîyonîst birçîbûne weke çekê li wir bikar tîne, ji ber birçîbûne jiyana xwe ji dest dan. (ÎLKHA)