Ji enqaza mala li Şerîayê ku îşxalkeran hilweşandibû 6 şehîd hat derxistin

Ji enqaza mala li Dêr El-Xusûn a li bakurê Tulkermê ku piştî dorpêç kirina îşxalkeran a ku hatibû hilweşandin heta niha naaşê 6 şehîdan hatin derxistin.

Ekleme: 05.05.2024 11:15:15 / Güncelleme: 05.05.2024 11:15:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hêzên dagirker danê dû sibehê êrîşî bajaroka Dêr El-Xusûn a li bakurê Tulkermê û malek dorpêç kirin.

Hêzên îşxalker piştî şera bi seetan mal bi topan hedef girtin û hilweşandin.

Medyaya gelerî got ku heta niha naaşa 6 şehîdî hatiye derxistin, cenazeya 5 şehîd jî ji teref îşxalkeran ve hatiye desteserkirin.

Di vîdeoyeke ku li ser medyaya civakî hat parvekirin de tê dîtin ku hêzên îşxalker bi reşandina guleyan 2 ciwanên ku dixwestin ji bin enqazên xaniyê hilweşiyayî derkevin qetil dikin.

Her wiha hat îfadekirin kurun îşxalkeran Seleme Beşîr Bedranê xwedîyê malê ku mehkûmê kevne esîr girtîye û birîye ciheke nedîyar.

Hêzên îşxalker îddia kirin ku ciwanê di malê de li ber derbaseya gundê Beyt Lîd ê li rojhilatê Tulkarmê êrîşeke çekdarî pêk anîne û di Mijdara borî de leşkerekî siyonîst kuştibû.

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku hêzên dagirker bi bombeyên deng û xazan êrîşî rojnamevanên ku bûyer dişopandin li hember avahiya ku wan hilweşandibûn, nîşangêrekî dijwar nûçegihanê televîzyona El-Erebî jî kiriye hedef, lê îsabet li wan nekiriye. (ÎLKHA)