Platforma Biratiya Îslamî li Çewligê ji bo Xezzeyê kermes vekirin

13 saziyên sivîl ên girêdayî AKÇEP'ê (Çembera Parastina Malbatê) di çarçoveya Komîsyona Jinan a Platforma Piştevanî û Biratiya Îslamî ya Çewligê de li dijî karesata mirovî ya li Xezeyê bazareke hevpar a fedayî li dar xist.

Ekleme: 04.05.2024 16:20:21 / Güncelleme: 04.05.2024 16:20:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Gelê Çewlikê eleqeyeke mezin nîşanî kermesê kirin ku Weqfa Evîndarên Pêxember, Weqfa Yetîman û Kerwana Hêvîyê jî di nav de 13 STKyên endamên AKÇEP'ê hatiye tertîpkirin.

Dahata kermesa xêrxwaziyê ya ku li bexçeyê Mizgefta Hacilarê tê kirin wê ji Filistîniyên ku di bin bombeyên siyonîstan de ne, bê şandin. (ÎLKHA)