Li Sûrî di 13 salan de 717 rojnameger hatin qetlkirin

Ji Tora Mafên Însanan ya Sûrî hat ragihandin ku (SNHR), ji destpêka şera Sûrî heta niha 717 mensûbên çapemeniyê hatine qetlkirin.

Ekleme: 03.05.2024 14:50:18 / Güncelleme: 03.05.2024 14:50:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

SNHR ji ber minasebeta Roja Azadiya Çapemeniyê Dinyayê raporek weşand. Li gor rapora hatiye weşandin, ji Adara 2011an ku şera navxweyî dest pê kiribû vir ve heta niha 6 jê pîrek, 9 jê biyanî 717 kesên mensûbê çapemeniyê hatine qetlkirin.

Hat qeydkirin ku ji 2011an vir ve 1358 xebatkarên medyayê hatine girtin, 486 wan hêj nehatine berdan.

Banga berdana kesên ku hatine girtin û sekinandina li dijî kesên xebatkarên medyayê hat kirin. (ÎLKHA)



Etiketler: