Tirkîye midaxilê doza ku ji aliyê Afrîkaya Başûr ve li dijî rejîma îşxalker hatiye vekirin dibe

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan di civîna çapemeniyê ya hevpar a bi Wezîrê Karên Derve yê Endonezyayê Retno Marsûdî ra got, "Weke Tirkîyeyê me biryar da ku em mudaxilê doza ku Afrîkaya Başûr li dijî îsraîlê li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî hatiye vekirin bibin."

Ekleme: 01.05.2024 17:55:28 / Güncelleme: 01.05.2024 17:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan li Enqereyê ji Wezîrê Karên Derve yê Endonezyayê Retno Marsûdî re mazûvanî kir. Piştî hevdîtinê herdu wezîran civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.

Fîdan doza ku ji aliyê Afrîkaya Başûr ve li dijî rejîma îşxalker hatiye vekirin û xebatên Tirkîyeyê yên di vê mijarê de nirxand û got, "Weke Tirkiye me biryar da ku midaxilê doza jenosîdê ya ji aliyê Afrîkaya Başûr ve hatiye vekirin, bikin. Em ê sekna xwe ya li cem Filistînê dewam bikin. (ÎLKHA)