Mahmud Abbas: “Heqê xwedîbûna emnîyeta tam a îsraîl heye”

Serokê qaşo yê îdareya Filistînê yê li Şerîaya Rojava Mahmud Abbas digel temamê qetlîamên ku tên kirin destek da rejîma teror û îşxalê û got ku “Heqê xwedîbûna emnîyeta tam a îsraîl heye.”

Ekleme: 29.04.2024 14:30:30 / Güncelleme: 29.04.2024 14:30:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mahmud Abbasê Serokê qaşo yê îdareya Filistînê yê li Şerîaya Rojava beşdarî Forma Îqtîsadî ya Cîhanê ya ku li Riyada paytexta Erebistana Siûd hat lidarxistin bû û di formê de axavtinek kir.

Abbasê ku di formê de axivî û gotinên sosret bi kar anî û got ku “Heqê xwedîbûna emnîyeta tam a îsraîl heye û ev yek wezîfeya me ye.”(ÎLKHA)