Li Îngîltereyê bi sedhezaran kes ji bo Xazzeyê daketin kolanan

Qetlîam û qirkirina ku ji teref rejîma siyonist û terorîst ve li Xazzeyê tê kirin li seranserê cîhanê tê protestokirin ku yek ji wan welatan jî Îngîltere ye.

Ekleme: 29.04.2024 12:30:19 / Güncelleme: 29.04.2024 12:30:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Îngîltereyê bi sedhezaran kes daketin kolan û meydanan û rejîma siyonist protesto kirin.

Sazîya civaka sîwîl a bi navê Kampanyaya Piştevanîyê ya Filistînê bi banga ku di 18ê Nîsanê kiribû de bang li xelqê kiribû da ku dakevin kolanan û destekê bidin Filistînîyan.

Ji ber vê banga ku hatibû kirin bi sedhezaran kes li Londrayê ji bo Filistînîyan daketin kolanan.

Di daxuyanîya ku ji teref Kampanyaya Piştevanîyê ya Filistînê ve hat belavkirin de bang li hikûmeta Îngîltereyê hat kirin da ku dawî li şirîkatîya zilm û zordarîya siyonistan bê anîn.(ÎLKHA)