Neteweyên Yekbûyî ji bo Xezzeyê hişyariya xelayê da

Carl Skaûyê Arîkarê Dîrektorê Programa Xidayê ya Dinyayê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo rewşa Xezzeyê ya ku êrîşên li dijî wê berdewamin diyarkir ku, “Em hêjî li ber xelayê diçin.”

Ekleme: 26.04.2024 11:35:23 / Güncelleme: 26.04.2024 11:35:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Carl Skaûyê Arîkarê Dîrektorê Programa Xidayê ya Dinyayê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo rewşa Xezzeyê li gor raporan hişyarî da û got ku, “guhartineke giring çênebe, di meha gûlanê de xela çêbibe.”

Skaû got ku gerek arîkarî n 3 rojan carekê gerek her roj arîkarî bê kirin û  wisa got, “Belê, zêdebûnek, pêşveçûnek heye lê belê ev jî ne bes e. Gerek hecim, çeşîdên berheman zêdetir bibe û hewceyîya me li hevgirîyê heye.”

Skaû diyarkir ku, operasyona leşkerî ya mihtemel a li Refahê, wê zirareke mezin bide gihandina xidayê.

Skau destnîşan kir ku alîkariyên ku niha ji Xezzeyê re têne şandin "ji têra xwe dûr e û dilopek di deryayê de ye." (ÎLKHA)