Sîyonîstan êrîşên xwe yên li dijî Mescîda Eqsayê didomînin

Îşxalkerên sîyonîst, di roja sêyemîn a Cejna Pesahê (Bêhevîr) de dîsa êrîşî Mescîda Eqsayê ku di bin îşxalê de ye kirin.

Ekleme: 25.04.2024 16:20:22 / Güncelleme: 25.04.2024 16:20:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Cihûyên sîyonîst, ji danên sibehê ve di bin parastina qaşo polîsan careke din êrîşî Mescîda Eqsayê.

Xespkarên Cihû, ji Derîyê Mexarîba (Fas) li Başûrê Rojavaya Mescîda Eqsayê êrîşî Harema Şerîf kirin.

Li gor agahiyên ji Îdareya Weqfan Îslamî yê Qudsê hat girtin, 700 çeteyên Cihû, li Mescîda Eqsayê rituelên Talmûdîk pêk anîn.

Polîsên qaşo yên rejîma îşxalker, ketina murabitên Eqsayê li Mescîdê qedexe kirin. (ÎLKHA)