Wezîr Yerlîkaya: Di 10 mehên dawî de 2 hezar û 991 şikdarên DAÎŞê hatin qefaltin

Alî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir got ku, di 10 mehên dawî de 2 hezar û 991 şikdarên DAÎŞê hatin qefaltin, 718ê wan jî hatin girtin.

Ekleme: 25.04.2024 14:05:26 / Güncelleme: 25.04.2024 14:05:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîr Yerlîkaya diyarkir ku di 7 bajaran de bi navê “Bozdogan-29” li dijî DAÎŞê operasyon hatina li darxistin.

Di operasyonan de 23 şikdar hatin qefaltin.

Alî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir li ser medyaya civakî got ku, di navbeyna 1ê Hezîran 2023an-22ê Nîsana 2024an de li dijî DAÎŞê 1422 operasyon hatin kirin.

Di operasyonan de 2 hezar û 991 şikdar hatin qefaltin, û got ku, “Ji wan 718ê şikdar hatin girtin, 566ê wan jî bi qontrola edlî hatin berdan.” (ÎLKHA)