Xwepêşandanên li zanîngehên Amerîkayê siyonîst Netanyahuyê endîşedar kir

Bertekên li zanîngehên Amerîkayê li hemberî jenosîda dagirkeran ên li Xezzeyê dewam dikin, serokwezîrê qaşo ya rejîma siyonîst Binyamîn Netanyahu di heqê wan de got: "Xwepêşandan hovane ne, ji bo sekinandina wan divê zêdetir xebat bên kirin."

Ekleme: 25.04.2024 13:35:20 / Güncelleme: 25.04.2024 13:35:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

 

Demek dirêj e li hin kampusên zanîngehên Amerîkayê li dijî qetlîamên rejîma siyonîst li dijî sivîlên Xezzeyê xwepêşandan tên lidarxistin.

Netenyahu îddîa kir kur xwepêşandanên xwendekaran “antîsemîtîk” e.

Netanyahuyê ku xwepêşandanên wek "xerab" binav kir, banga sekinandina xwepêşandanan kir.

Netanyahu got, rayedaran bertek nîşanî xwepêşandanên dan lê pêwîst e zêdetir were kirin, ew îddîaya kir ku rejîma siyonîst "bi neheqî bi jenosîdê" hatiye sûcdarkirin.

Xwepêşandanên ku li Zanîngeha Columbîayê dest pê kiribûn, bilavî zanîngehên din ên welat bûn e.

Xwepêşandan dixwazin ku zanîngeh jî piştgirîyê bidin banga agirbesta li Xezzeyê û têkilîyên xwe yên bi şîrketên ku têkilîyên wan bi îsraîlê ne qut bikin. (ÎLKHA)