Bi sedan koçberên ku ji bo çûyîna Ewropayê dixwestin ji Behra Spî ya Navîn derbas bibin mirin

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji serê salê û vir ve li Behra Spîya Navîn 510 koçber mirine.

Ekleme: 25.04.2024 13:15:19 / Güncelleme: 25.04.2024 13:15:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji 1ê Çileya 2024an û vir ve mirina 510 koçberan hatiye qeydkirin.

Di pêla koçberiyê de, riya Behra Spîya Navîn di navbera Italya, Malta, Lîbya û Tûnisê de yek ji rêyên bijarte ye.

Cihê yekem li Ewropayê ji bo koçberên ku dikarin bi tena serê xwe derbasî Behra Spîya Navîn bibin an jî têne rizgar kirin, bi gelemperî yan Maltayê yan jî Girava Lampedusa ku ew jî welatê herî nêzîk ê Îtalyayê ji Afrîkaya Bakur re.

Her sal gelek koçber ji ber binavbûna keştiyan di dema derbasbûna Behra Spî de jiyana xwe ji dest didin. (ÎLKHA)



Etiketler: