Rejîma îşxalker a sîyonîst Mizgefta Harema Îbrahîm girt

Rejîma sîyonîst, qerara girtina Mizgefta Harema Îbrahîmê ku li El-Xelîla Şerîeya Rojavaya bin îşxalê ye da. Mutez Ebû Suneyneyê Midûrê Weqfa Mizgefta Harema Îbrahîm got ku, “Meqamên îşxalê, ji bo cejna Pesahê (Bêhevîr) Mizgefta Harema Îbrahîm girtin. Giştik beş, ji cihûyan re hat vekirin.”

Ekleme: 24.04.2024 15:50:22 / Güncelleme: 24.04.2024 15:50:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Cejna Pesaha îşxalkerên cihûyan di 22ê Nîsanê de dest pê dike û wê heta dawîya şeva 30 Nîsanê jî dewam bike.

Îşxalkerên sîyonîst di sala 25ê Sibata 1994an de, Mizgefta Harema Îbrahîmê ku li El-Xelîla Şerîeya Rojavayê 29 Misilmanê ku nimêj dikirin qetil kirin. Di êrîşê de ji 150 zêdetir Misilman jî birîndar bûn.

Piştî qetlîamê mizgeft hatibû girtin, di vekirina nû de ji nîvîyê bêhtirê mizgeftê hatibû dayîn Cihûyan û mizgeft bûbû du perçe. (ÎLKHA)