Li Efxanistanê di encama lehîya ku rabû de heta niha 99 kesan canê xwe ji dest dan

Hat ragihandin hejmara kesên ku ji ber lehîyê canê xwe ji dest dan her ku diçe zêdetir dibe.

Ekleme: 21.04.2024 13:05:17 / Güncelleme: 21.04.2024 13:05:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Wezareta Dewletê yê Mesûlê Afetên  Tabiî yê Efxanistanê Mela Canan Saîk ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Saîk di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji ber lehîyên li gelek herêmên welêt rabûn de heta niha 99 kes canê xwe ji dest dan û zêdetirî 66 kes jî birîndar bûn.

Di berdewama daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin bûyerên mirinê li bajarên Gazni, Paktia, Cuzcan, Farah, Samangan, Perwan, Hilmend û Nangerharê pêk hatin.(ÎLKHA)