Li Iraqê êrîşa asîmanî li baregeha leşkerî hat kirin

Li wilayeta Babîla Iraqê êrîşa asîmanî li baregeheke leşkerî hat kirin. Di encama êrîşê de li herêmê şewateke mezin derket.

Ekleme: 20.04.2024 13:50:21 / Güncelleme: 20.04.2024 13:50:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Komîteya Ewlehiyê ya Babîlê diyarkir ku, êrîş li baregeha Leşkerî ya Kalsoyê ku li navçeya El-Museyyeba bajarê Babîlê ye hat kirin.

Li gor daxuyaniya komîteyê, mezinahîya şewata li herêma teqînê ne ji ber teqemenîyê ye ji ber şewata darên li dora baregehê ne.

Hê nayê zanîn ku êrîşa asîmanî ji teref kê hatiye kirin. (ÎLKHA)