Li Tekîrdaxê 61 şikdar hatin girtin

Di operasyona ku li Tekîrdaxê pêk hat de 127 kesên ku ji sûcên cûr bi cûr dihatin gerîn hatin binçavkirin. 61ê wan jî hatin girtin.

Ekleme: 19.04.2024 14:35:21 / Güncelleme: 19.04.2024 14:35:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di koordîneya Midurtîya Asayîşê ya Midurtîya Ewlehîyê da, li dijî kesên ku li bajêr ji sûcên kuştin, dizî, sextekarî, talan dihatin gerîn operasyoneke berfireh hate kirin.

Di xebatên hat kirin de 127 kesên ku gerînê wan hebû, hatin binçavkirin.

61 kes ji wan piştî karên fermî yên li dadgerîyê hatin şandin girtîgehê. (ÎLKHA)



Etiketler: