Li Bûrsayê di febrîqeya mobîlyayê de şewat derket

Li navçeya Înegola Bûrsayê di febrîqeya mobîlyayê de şewat derket, mudaxeleya li şewatê berdewam e.

Ekleme: 19.04.2024 14:25:14 / Güncelleme: 19.04.2024 14:25:14 / Xeberen Kurdi / Bursa Haberleri
Destek için 

Li OSB (Herêma Senayîya Organîze) ya Înegolê di febrîqeya mobîlyayan a ku li Kolana 4emîn e ji ber sedemeke ku nayê zanîn şewat derket.

Li ser agahdarkirinê gelek êkîbên îtfaiye, polîs û ekîbên tenduristiyê hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Ekîbên îtfaiyeyê ragihandin ku dûxan li febrîqeya ku berhemên mobîlyayan lê tên çêkirin ji gelek deverên navçeyê xuya dibe.

Xebatên vemirandina şewatê dewam dikin. (ÎLKHA)