Li Îranê firînên ku hatibû sekinandin dîsa hat destpêkirin

Li Îranê firînên sivîl ku ji ber êrîşa rejîma sîyonîst ve hatibû sekinandin dîsa hat destpêkirin.

Ekleme: 19.04.2024 14:15:19 / Güncelleme: 19.04.2024 14:15:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejîma îşxalker a sîyonîst vê sibeyê êrîşeke “piçûk” li dijî Îranê pêk anî.

Îran, di pir bajaran de firînên sivîl da sekinandin û got ku sîstemên parastinê ya asîmanî di çalak e.

Hat ragihandin ku li pir bajarên mezin weke Îsfehan, Şîraz û Tehran firînên bazirganî hatiye sekinandin.

Hat ragihandin ku piştî êrîşê jiyana rojane li Îranê dewam dike û firînên bajarên mezin weke Tehran, Îsfehan û Şîrazê jî hatine destpêkirin. (ÎLKHA)



Etiketler: