Qemyonet û serwîsa mektebê li hev qelibîn: 9 birîndar

Li Selendîya navçeya Manîsayê di encama li hev qelibîna qemyonet û serwîsa mektebê de 9 xwendekar birîndar bûn.

Ekleme: 19.04.2024 10:20:19 / Güncelleme: 19.04.2024 10:20:19 / Xeberen Kurdi / Manisa Haberleri
Destek için 

Qeza, li Mehelleya Omûrlarê ya girêdayî navçeya Selendîyê pêk hat.

Li gor agahiyên ku hat bidestxistin, di encama li hev qelibîna qemyonet û serwîsa mektebê de 9 xwendekar birîndar bûn.

Birîndar, bi ambûlansan hatin birin Nexweşxaneya Dewletê ya Salîhlîyê.

Di heqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)