Zêdetirî ji sedî 80yê mektebên li Xazzeyê xera bûn

Hat ragihandin ji ber êrîşên rejîma terorîst û îşxalker ku ev bû zêdetirî 6 mehan li Xazzeyê berdewam dike zêdetirî ji sedî 80yê mektebên li Xazzeyê xera bûn.

Ekleme: 18.04.2024 16:30:35 / Güncelleme: 18.04.2024 16:30:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref raportorên Neteweyên Yekbûyî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin tiştên ku li Xazzeyê tên kirin ji alîyekî ve dikare wek “qetlîama perwerdehîyê” bê binavkirin ku di êrîşên ku ev bû zêdetirî 6 mehan li Xazzeyê berdewam dike zêdetirî ji sedî 80yê mektebên li Xazzeyê xera bûn, 5 hezar û 479 xwendekar, 261 mamoste, 95 profesor hatin qetilkirin.(ÎLKHA)