Li Endonezyayê volkan teqîya: Zêdeyî 800 kesan hatin tehliyekirin

Piştî teqîna Volkana Rûangê 828 kes ji herêmê hatin tehlîyekirin.

Ekleme: 17.04.2024 17:05:34 / Güncelleme: 17.04.2024 17:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Teqîna Volkana Rûangê, li wilayeta Sûlawesîya Bakur a Endonezyayê qewimî.

Ji herêma ku teqîn lê çêbû 828 kes hatin tehlîyekirin. Tu mirin û xisar nehat ragihandin.

Tê gotin ku sedema teqîna volkanê ji ber erdhejên berê çêbûye.

Hat pêşniyarkirin ji ber ku axikê volkanîk zirarê dide tenduristî û pergala nefesê di nav 4 km dûrî volqan de bêyî maskeyên taybetî nemînin. (ÎLKHA)