Hat diyarkirin li Îzmîrê li dijî 27 kesên ku pêwendîya wan bi FETO re hene û 18 kesên ku derheqê wan de qerara girtinê heye operasyon hat lidarxistin. Di encama operasyona ku hat lidarxistin de 36 kes hatin binçavkirin û ji bo 9 şikdarên din bên girtin xebat berdewam dikin.
Di çarçoveya operasyonan de 35 hezar 940 Dolar, 27 hezar û 250 Euro, 16 hezar û 850 TL, 235 heb Zêrê Komar, 13 heb bazin, 6 zêrê kamil, 1 heb nîv zêr, 9 heb zêrê çaryek, 2 heb zêrê xram û pir tiştên dîjîtal, belgeyên rêxistinî hatin bidestxistin.
Pirsyarîya kesên ku hatin binçavkirin berdewam e. (ÎLKHA)