Sazîyên alîkarîyê hedef digrin

Fona Alîkarîya zarokan a Neteweyên Yekbûyî beyanat da û got ku  rejîma îşxalker êrîşê wesayîta alîkarîyê ya ku dikir derbasî bakurê Xezzê bibe kiriye.

Ekleme: 13.04.2024 11:45:19 / Güncelleme: 13.04.2024 11:45:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejîma teror û îşxalê hêj qetlîam û hovîtîya xwe ya li ser axên îşxalkirî didomîne.

Siyonistan vê carê wesayîta Fona Alîkarîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî hedef girtin.

UNICEF derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin berî vê çend rojan  wesayîteke wan a alîkarîyê ya ku dikir derbasî bakurê Xezzê bibe ji teref rejîma terorê ve hat hedefgirtin.

Di berdewama daxuyanîyê de derbarê mijarê de hat diyarkirin “Mixabin xebatkarên alîkarîya însanî yên ku hewl didin biçin bi hewara însanan ve hêj tên hedefgirtin. Heta ku ew xebatkarên alîkarîya însanî li gorî hiqûqa navneteweyî neyên parastin ne mimkûn e ji kesên xwedî alîkarî re alîkarî bê kirin.”

Di daxuyanîyê de nehat diyarkirin ka di êrîşê de tiştek bi serê kesî de hatiye yan na.

Rejîma teror û îşxalê ji 7ê cotmehê vir ve li Xazzê û li wan herêmên din ê Filistînê bi qesdî wan cihên mîna mekteb, nexweşxane û malên ku kesên sîwîl lê ne hedef digre ku di van êrîşan de heta îro zêdetirî 33 hezar kesên sîwîl hatin şehîdkirin.