Hikûmeta Xazzeyê: 400 kes li nexweşxaneya Şîfayê ji teref rejîma îşxalker a siyonîst ve hatin şehîdkirin

Hikûmeta Filistînê ya li Şerîda Xezzeyê ragihand ku rejîma îşxalker a siyonîst ku ev 13 roj in nexweşxaneya Şîfayê dorpêç kiriye, zêdetirî 400 Filistînîyan şehîd kir.

Ekleme: 31.03.2024 14:09:27 / Güncelleme: 31.03.2024 14:09:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin rejîma terorê  ev 13 roj in Nexweşxaneya Şîfayê ya li Xezeyê dorpêç kiriye û girtiye û malên derdora wê hilweşandiye û şewitandine.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ku çeteyên dagirker li nexweşxaneyê û derdora wê bi sedan nexweş, koçber û personelên tenduristiyê girtine û zêdeyî 400 kesî jî şehîd kirine.(ÎLKHA)



Etiketler: