Li Xazzê hejmara şehîdan derket  28 hezar û 176 kesan

Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.

Ekleme: 11.02.2024 17:05:23 / Güncelleme: 11.02.2024 17:05:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ev bû 128 rojan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xazzê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê  kor û kerr û lal kiriye.

Li gorî agahîyên dawî yên ku hatin bidestxistin di 24 seatên dawî de 112 Filistînîyên din jî ji teref siyonistan ve hatin şehîdkirin ku bi van şehîdên dawî hejmara kesên şehîd bûyî derket  28 hezar û 176 kesan.

Hat hînbûn ji ber êrîşan heta niha 67 hezar û 661 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)



Etiketler: