Li 17 gund û gundikên Diyarbekirê derketina derve hat qedexekirin

Li 17 gund û gundikên ku girêdayê Licê û Pasûra Diyarbekirê ne ji ber operasyona ku dê bê tertîpkirin derketina derve hat qedexekirin.

Abone Ol

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin li 17 gund û gundikên ku girêdayê Licê û Pasûra Diyarbekirê ne ji ber operasyona ku dê bê tertîpkirin derketina derve hat qedexekirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de navê gund û gundikên ku lê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin wisa hatin birêzkirin: " Gundên bi navê Çirali, Kiyikoy, Dallica, Kutlu, Oyuklu û Turelîya girêdayê Licê û gundên bi navê Karaagaç, Kamişli, Çukurca, Demîrlî, Bayirkoy, Bagcilar, Akbulak, Duzce, Temren, Uygur û Taşkopruya girêdayê Pasûrê."(ÎLKHA)