Îşxalkerên sîyonîst li Xezzeyê xaniyan bi teqemenîyan dafik dikin

Îşxalkerên sîyonîst li Xezzeyê ji bo ku hejmara mirî û birîndaran zêdetir bibe xaniyan bi teqemenîyan dafik dikin.

Abone Ol

Ofîsa Medyaya Hikumetê ya Xezzeyê diyarkir ku, îşxalkerên sîyonîst xaniyên Filistînîyan bi teqemenîyan dafik dikin.

Bal kişandin ser wê yekê ku bombe û mûşekên neteqiyayî li kolanan û di nav kavilên malên welatiyan de hene û hişyarî da xelkê Xezzeyê ku destwerdanê li bermahiyên ku ji aliyê îşxalkeran ve hatine hiştin nehêlin û wek mînak qutiyên firavînê ji tiştên ku li dû xwe hiştine pir hişyar bin. (ÎLKHA)