• DOLAR 34.696
  • EURO 36.628
  • ALTIN 2967.226
  • ...
Parlamenterê HUDA PARê Demîr: Armanca HUDA PARê jîyanekî bi exlaq e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi sedan ciwan ên ku di bernameya “Çalakîyên Havînê” a li Rihayê hatîye tertîpkirin de civîyan him kêfê kirin him jî hevdu naskirin.

Berîya bernameyê, endam û dildarên Ciwanên Azad paqijîya derdorê kirin.

Ciwanên ku di seyranê de hatin cem hev leyîstikên cuda cuda leyîstin û beşdarî pêşbirka agahîyê bûn.

Di bernameya ku bi armanca di nav ciwanan de belavbûn û jîyandina nirxên menewî, di dinyaya ku tê tenêkirin de ciwan werin cem hev û ji nirxên Îslamî û însanî re cardin xwe hembez bikin hat tertîpkirin de, ciwanan bi hev re di nav rûmet û dostîtîyê de micadeleyê kirin.

Piştî pêşbirkên ku hatin kirin ji ciwanên ku bûn yekem re diyarîyên wan hatin teqdîmkirin.

Parlamenterê HUDA PARê Şehzade Demîrê ku di bernameyê de axivî, îfade ki ku HUDA PAR, partîyekî wisaye ku rêya xwe ji Îslamê, meşruîyetê, rîayetkirina ji helal û heramê re digre.

Demîr, diyar kir ku Ciwanîya Azad bi taybetî di nav jîyankirina jîyana ciwanan de, di fikrê wan de û li ser exlaqê wan wek tavekî derdikeve holê.

“Însanan sîyasetekî bi Misilmanî cara yekem bi HUDA PARê dîtin”

Demîr bal kişand ku ew wek HUDA PARê her tiştî ji xwe re meşrû nabînin weha got, “Însanan li Tirkîyê cara yekem bi HUDA PARê dîtin ku sîyaseta Misilmanî wa tê kirin û pê xwe naskirin. Cudabûna me ya ji partîyên dinê bi rastî jî ji ber ku karên me gelek gelek zor û zehmete ye çîmkî her tişt ji bona me ne meşrû ye. Di rêya ku sîyaseta Tirkîyê vekirîye de meşandin, xebatkirin, tiştên ku ew dikin em jî bikin, gotinê ku ku dikin em jî bibêjin ji bona me tiştên ne meşrû ne ye. Em partîyekî sîyasî a ku xessasîyetên xwe, fikrên xwe û rêya xwe ji Îslamê, meşrûîyetê û ji helal û heramê digrin in.”

“Ciwanê Azadî dizane ku wezîfeya wê çi qas mezin û giran e”

Demîrê ku ragihand divê exlaqekî ciwanîyê hebe weha got, “Ciwanîya Azad karê xwe, mesulîyeta xwe û wezîfeya xwe dizane ku çiqas mezin û giran e. Xwedê Teala ji Resûlê xwe re dibêje ku ‘Tu li ser exlaqekî mezin î’ di nav civakê de bi taybetî jî di nav ciwanan de fikr û jîyana wan de exlaq hatîye derxistin an jî tê derxistin. Ev hatîye wek projeyekî wisa ku gelek mezin, dorpêçkirîbûn û berfireh e. Exlaqekî heyatê a li gorî Îslamê, li gorî nîzama ku Xwedê Teala danîye heye. Exlaqekî sîyasetê heye. Divê exlaqekî ciwanê hebe. Di nav civakê de exlaq hatîye rakirin, di nav sîyasetê de exlaq hatîye derxistin, di nav ciwanan de exlaq hatîye derxistin.”

“Ciwanîya Azad wek tavekî di nav civakê de derketîye holê”

 

Demîrê ku îfade kir HUDA PARê islehkirina civakê ji xwe re kirîye hedef weha axavtina xwe domand, “Temamê malbatê di nav odeyekî de ye. Di nav odeyekî de di destê her kesê de telefonekî heye û hemû kes di nav odeya xwe de ye. Ev her dojê ku diçe temamê civakê dorpêç dike û dibe wek fêhma civakê. Ciwanîya Azad jî di nav civakekî ewakî de wek tavekîye derketîye holê. Ew mîsyonekî gelek mezin û mesulîyetekî girtîye li ser milên xwe ku islehbûna civakê ji xwe re kirîye hedef. Ji bona vê islehbûnê jî her roj bi gavên îstîqrar, cîddî û dorpêçî meşandina xwe didomîne.”

“Terza sîyaseta HUDA PARê jîyanê bike jîyanekî bi exlaq e”

Demîrê ku got fêhma sîyaseta HUDA PARê di nav civakê de hatîye qebûlkirin weha axavtina xwe dawî kir, “Em her rojê ku diçe dibînin ku fêhmkirina HUDA PARê û Ciwanîya Azad di nav civakê de belav dibe, cîh digre û tê qebûlkirin, em ê van tiştan bibînin jî. Armanc, hedef, proxram û terza sîyaseta HUDA PAR û Ciwanîya Azad ev e ku jîyanê bike jîyanekî bi exlaq. Lêkirina sîyasetê a li ser exlaqê û civakê bike civakekî bi exlaq û fêhm, fikir û jîyana civakê jî li gorî bawerî û nirxên xwe vegerînên mîsyon û perspektîfa herî muhîm e.” (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir