Li Hîndistanê di qezaya trênê de nasnameya 52 kesan nehat hînbûn
Meha borî li wîlayeta Orissaya Hîndistanê qezaya trênê pêk hatibû di encama wê qezayê de 293 kesan miribûn lê ji wan 52 kesan nasnameyên wan nehatin hînbûn.
Qeza, di 2yê Hezîranê de li wîlayeta Orissaya Hîndistanê pêk hatibû. 2 trênên rêwîyan li hev qelibîbûn û di encama qezayê de 293 kesan miribûn, ji 1000î zêdetir mirov jî birîndar bûbûn.
Piştî qezayê xebatên tespîtkirina nasnameyan cenaze ji malbatên wan re hatin teslîmkirin. Encax heta niha nasnameya 52 kesan hêj nehatin hînbûn.
Ji ber ku cenaze nayê naskirinê malbatên wan jî zehmetîyê dikşînin. (ÎLKHA)