Tetîla Îda Qurbanê a li Herêma Kurdistanê eşkere bû
Hikumeta Herêma Kurdistanê, diyar kir ku tetîla bi minasebeta Îda Qurabanê 5 roj e.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Hikumetê ve hat dayîn, ew ê tetîla Îda Qurbanê di 27 Hezîrana 2023yan dest pê bike û dê heta roja 1ê Tîrmeha 2023yan a roja Şemîyê bidome.
Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ji ber ku îmtîhana sinifa 12emînan di 27ê Hezîranê de heye dê ev tetîl Wezareta Perwerdehîyê eleqeder nake.
Ew ê li giştîyê Herêma Kurdistanê mesaîya fermî di 2yê Tîrmeha 2023yan roja Yekşemê dest pê bike. (ÎLKHA)