Li Kroatyayê helîkopter ket xwarê: 2 mirî
Di encama ketina helîkoptera leşkerî ya aîdê Macaristanê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, kesek jî winda bû.
Helîkoptereka leşkerî ya ku di nav de 3 kes hebûn, li bajarê Drnisha Kroatyayê ket xwarê.
Li gorî medyaya Kroatyayê ekîbên ku ji cîhê herêmê re hatin sewqkirin, cesedê 2 kesan dîtin. Xebatên ji bo kesê winda bê dîtin jî hêj didome. (ÎLKHA)