Di mizgeftên Filistînê de ji erhejzedeyan re alîkarî hat komkirin
Wezareta Karên Dînî û Weqfên Filistînê, daxuyand alîkarîyên ku ji erdhejzedeyên Tirkîye û Sûrîyeyê re hatine komkirin gihaşt 1 mîlyon dolarî.
Di mizgeftên Şerîaya Rojava ya ku di bin îşxalê de ye piştî nimêja înê ji bo Tirkîye û Sûrîyeyê alîkarî hat komkirin.
Wezîrê Karên Dînî û Weqfên Filistînê Hatem el-Bekrî, diyar kir ku ji bona erdhejzedeyên Tirkîye û Sûrîyeyê 1 mîlyon dolar hatîye komkirin.
Bekrî, di daxuyanîya xwe ya ku di 9ê Sibatê de daxuyandibû de, ragihandibû ku ji bo erdhejzedeyên Tirkîye û Sûrîyeyê kampanyaya alîkarîyê hatîye destpêkirin. (ÎLKHA)