• DOLAR 32.591
  • EURO 34.827
  • ALTIN 2506.97
  • ...
​Dozvan Fesîh Guler Xoce li ser mezelê xwe hat yadkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bername bi xwendina Quranê yê ji teref Mele Abdurrahîm Akkurt ve destpêkir.

Zeynel Abîdîn Gulseverê hevaldozê wî qala zehmetên wî yên ku ji bona de’wa Îslamê kişandibû kir û derheqê mîsalên fedekarîyên wî yên ji bona de’wa Îslamê kiribû da.

Gulsever di axavtina xwe de nêrînên xwe yên derheqê jîyana Fesîh Xoce de weha rêz kir, “Dema ku ez li Fesîh Xoce dinhêrim serê ‘êwil ev hedîsa Pêxemberê me (selat û silav li ser wî be) tê bîra min, ‘Dema ku însanek rehmet bike defterê wî tê girtin, girê lê tê kirin û cardin venabe. Tenê defterê 3 kesan vekirî dimîne. Ji van yê yekem eve ku perwerdekirina ewladeke salih an jî perwerdekirina ewladên bi xêr piştî rehmetê wî defterê wî nayê girtin, ji defterê wî re ‘emel tên nivîsandin û heta qiyametê ew ewakî didome. Ya duyem; ‘îlmeke ku xêra wê ‘Îlmê ji însanan re heye ye. Ya sêyem jî ev e em ji wî re dibêjin sedeqeyî carîye ku wek tu lêkirina mizgeftek, kullîyeyek, medreseyek, rêyek, kanîyek ku însanan jê xêrê bibînin e.’”

“Hemû wesfên dozvanan mirov di jîyana wî de didît”

Gulsever di berdewama axavtina xwe de weha got, “Dema ku em bi vê hedîsê binhêrin, ez lê dinhêrim ku Fesîh Xoce dozvanekî li pey xwe gelek ewladan hêşt û em jî şahidên ku wan ewladan di rêya salih de berdewam dikin, ew xwendekarên wisa perwerde kirîye ku wa niha li hember min in. Fesîh Xoce yekî dewlemend nebû, hew îdareya malbata xwe tenê dikaribû bikirana. Dema ku nîşanên ku bi tevî hevaldozên xwe çêkirine û ji me re hêştine bi dehan medese, komele, weqf heye û bi sedan xwendekar tên perwerdekirin û ji hîdayeta mirovan re dibin wesîle. Dema ku di vê nêrînê de jî lê binhêrin em zatekî ku defterê wî vekirîye dibînin.”

Gulsever di berdewama axavtina xwe de qala jîyana Fesîh Xoce ê ku wesfên dozvanan di xwe de dihewîne kir û weha axivî, “Yanê wesfên dozvanê çi ne? Tewazû, helîm û selîm, camêr, xebatkar û fedakarî ye. Bi rastî jî van wesfan mirov di jîyana Fesîh Xoce de dibînin. Ew yekî mîsal bû, mirov dema ku bibêje ew zatekî mezin bû û derbas bibe nabe; lazim e ku em jîyana wî hebo hebo lêgerîn bikin û di jîyana xwe de tetbîq bikin.”

“Kolanên Amedê ji zehmetîyên wî yên ku ji bona de’wa Îslamê kişandibû re şahid in”

Gulsever jîyana Fesîh Xoce kurtasî kir û weha got;

“Dema ku em li vê însanê ku di dema jîyana xwe yê Lîseyê de çûbû mizgeftê û dest bi dayîna Quranê kiribû binhêrin em dibînin ku xwendekaran perwerde kirîye, her roj hemû wextê xwe bi wan re derbas dikir û ji bona ku ciwan jîyeneke Îslamî bijîn micadeleyê dikir. Di demên xwe yê zanîngehê de li Dîyarberkirê kuçe bi kuçe digerîya, di pêşîya dibistanan de dezgehan vedikir û li hember wan kesên ku neslê xiradikirin ji boana ku wan ji wê rê derxe û ji bona ku hîdayet bibe nisîbê wan dibû wesîle û di vê armancê de dixebitîya. Paxava xwe bi wan kesên ku lomayan dikin nedixist û di rêya xwe de berdewam kir. Dûçarê êrîşî neyarên Îslamê bû, bes nekir. Zehmet û tehdayîyan kişand, kutanê xwar lê ew heta ku gihaşt Rebbê xwe di de’wa xwe de berdewam kir. Ji ev tiştê re bi tevî min kolanên Amedê jî şahid in.”

Gulsever di axavtina xwe de destnîşan kir ku Fesîh Xoce piştî perwerdehîya zanîngehê qet paxava xwe li memûrîyê nekir û berê xwe da daxwazîya Rebbê xwe, “Piştî zanîngehê bû mamoste. Ew mamostetîyê jî bi pişta destê xwe dûr xist û hemû jîyana xwe bi tenê ji de’wa Îslamê re feda kir. Ew ji karên wisa re îmze avêt ku ew ê bi îzna Xwedê bereketa wan karan bi sedsalan di van ‘erdan de dewam bike. Fesîh Xoce jîyana mehkûmî û mihaceretî jî jîyan kir. Hêzên tarî jî ketibûn li pey wî. Xoce û hevalên wî mihacir bûbûn lê dîsa jî de’wa xwe terk nekirin. Dema ku xoce hatibû qefaltin jî digel ew qas îşkenceyan bes nekir û stûyê xwe jî xwar nekiribû. Dibe ku hinek ezayên xwe di wan îşkenceyan de winda kiribe lê ew dînê xwe, îmana xwe û de’wa xwe nexist ‘erdê.”

“Ew; vê de’wê heta ji me re, ji ciwanên me re û ji zarokên me re gihaşt”

Gulsever, diyar kir ku Fesîh Xoceyê ku di salên paş de 2 gurçikên wî winda bûbû, bi gurçikeke neqlkirî hewl da bijî û bi vî awayî ket zindanê û wiha got: "Bi salan li zindanan ‘ilmê xwend. Ders girt û dida. Zindanan kirin baxçeyên gulan. Bawer kir ku ev doza ku dest pê kir heq e û bi tevî ‘emrê xwe hemû tiştê xwe feda kir. Piştî girtîgehê jî doza xwe bi gerandina bajar bi bajar, gund bi gund, qeza bi qeza domand. Heta me, ciwanên me û zarokên me re gihaşt."

Gulsever di dawîya axavtina xwe de bal kişand ku Fesîh Xoce wek şehîdan e û axavtina xwe weha dawî kir, “Ji ber ku di dilê min de derbas dibe ez ji wan re dibêjim şehîd. Çîmkî ez bawerim ku ew şehîd in. Ger ku tu organên xwe winda bikî û bi wan organên winda bi yekî nîvmeriv bigerî, vîrûsan ku misallatên te bibin  te bikujin ji xwe tu şehîdî. Bi îzna Xwedê ew ê Xwedê Teala wan bi şehîdî bike nav cenneta xwe.”

Bername bi kirina diayan dawî bû. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir