• DOLAR 32.37
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2325.24
  • ...
Li Agirî'yê xwendekarên ku hafiztîyê xelaskirine belgeyên xwe girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di merasîma ku li bexçeya qursa Qur'an'ê ya Lawikan a Herêmê Ya Şevîn hat sazkirin de xwendekarên ku perwerdehîya hafiztîyê qedandina û ji Ezmûna Tespîtkirina Hafizan ku ji teref Serokatiya Karên Dîyanetê ve tê çêkirin derbas bûne belgeyên wan hat teqdîmkirin.

Wekîlê Miftîyê Bajarê Agirî'yê Kemal Arpaci dema belgeyên xwendekara dan daxuyaniyek da, Arpaci di daxuyaniyê de werê got, "Em wek Miftîtî xelaskirina perwerdeyê hafiztîyê ji xwendekaran pir kêfxweş dibin û em bi wan şanaz dibin. Helbet bi girtina belgeyan hafiztî nayê qedandin. Ji bo nebîrkirina Qur'an'a hifzkirî gerek hun her tim dubare bikin û tetbîqî jiyana xwe bikin. Xweda me bike ji wan kesên ku li gor distûrên Qur'an'ê jiyana xwe didomînin. Ez di jiyana we de ji were serkeftinê dixwazim û ji xoce û malbatên wê jî minnetdarim."

Bernameya ku Mustafa Solhan'ê Alîkarê Miftiyê Bajêr û Îbrahîm Arvasî'yê Miftîyê Navçeya Gîyadîn'ê li wir bûn piştî belavkirina îkraman dawî bû. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir