• DOLAR 32.559
  • EURO 34.855
  • ALTIN 2431.41
  • ...
Ji ÎTTÎHADUL ULEMAyê ji leyîstikên piştgirîya Îslamî ya Qonyeyê re bang: Bi lez û bez dev jê berdin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji leyîstikên piştgirîya Îslamî ya ku di navbera dîroka 9-18ê Tebaxê de li Qonyeyê tên tertîpkirin û bi tevî Tirkîye ji 56 welatan 2 hezar sporvan beşdarî vê bernameyê dibin re bertekên civakê berdewam dike.

Mele Muhammed Ozerê Sekreterê ÎTTÎHADUL ULEMAyê destnîşan kir ku tertîpkirina bernameyên Îslamî tiştek rast e lê li xwe kirina cilên ne Îslamî û bernameya muxalîfê qanunên Îslamî yên bi navê Îslamê tên kirin nayê qebûlkirin, Ozer bang kir ku bila bi lez û bez ji vê xelatîyê bê vegerîn.

Ozer di axavtina xwe de weha got, “Wek ku tê zanîn ku di van demên dawîn de di rojeva Misilmanan de organîzasyonên ku li Qonyeyê bi navê Îslamê tên kirin heye. Elbet organîzasyonên ku di bin navê piştgirîya Îslamî de bên kirin bi qîmet e. Xwedê Teala di ayeta xwe de weha dibêje, ‘Li ser xêrê bi hevdû re alîkarîyê bikin lê li ser gunehan alîkarîyê nekin.’ Dema ku em rewş û dîmenên vê organîzasyonê dinhêrin wan fealîyetên ku bi navê Îslamê tên kirin û tê avêtin li ser stûyê Îslamê û tu eleqeyên wan bi Îslamê re û emr û qedexeyên Îslamê re tuneye. Ev organîzasyon bi temamî organîzasyoneke muxalîfê Îslamê ye.”

Ozer di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku xeyn kirina organîzasyonê ya xeyrî Îslamî kirina stûyê Îslamê jî fikreke xerab e, “Yanê em di kîjan alîyê de lê binhêrin kirina bi navê Îslamê û emelekî muxalîfê Îslamê hemû Misilmanan nerehet kirîye. Bi tevî tertîpkerên vê bernameyê û civakên Îslamî yên ku ciwanên xwe şîyandine vê bernameyê bila hişê xwe bidin ser serê xwe û Îslamê ji xebatên xwe re nekin alet. Heqên wan ji wî re tuneye.”

Ozer di dawîya axavtina xwe de bang ji organîzatoran re jî kir û weha got, “Hemd ji Xwedê re Misilmanên Tirkîyeyê ji vê rewşê re bertekên xwe nîşan dan. Elbet ji gunehan re rê tuneye lê ez weha difikirim ku gunehekî ku bi navê Îslamê bê kirin û wan gunehên xwe bavêjin stûyê Îslamê ev cînayeteke mezin e. Gerek bi lez û bez dev jê berdin û car din jî organîzasyonên ewakî bin navê Îslamê tertîp nekin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir