• DOLAR 32.345
  • EURO 35.088
  • ALTIN 2321.082
  • ...
Îşxala 9 salî ya Fransayê a li ser Malîyê bi dawî bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji Serokatîya Serkana Giştî ya Leşkerî ya Fransayê derheqê bidawîbûna mêtîngehê ya li Malîyê daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku yekîneyên ku di Platforma Çolê ya Operasyonelê ya li Gaoyê de bûn, platformê teslîmê hêzên leşkerî ya Malîyê kirin û di seatên nîvroyê de derbasê Nîjerê bûn. Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku wan yekîneyan bi emrê Serokkomarîyê ya ku di 17ê Sibatê de emr kiribû wan leşkeran ji derveyê Malîyê ji nû ve hatin organîzekirin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Qesra Elyseeyê ve hat belavkirin Leşkerên Fransayê ku di Operasyona Barkhaneyê de bûn di seatên serê sibê de ji Malîyê derketin, bi tevî vê Fransa ew ê li Sahelê, Korfeza Gîneyê û Çola Çadê micadeleya xwe ya li hember terorê bidomîne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir