• DOLAR 32.359
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2309.021
  • ...
Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Îdir û Bazîdê dikandaran zîyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapicioglu, piştî zîyaretên xwe yên li Agirîyê pêşî çû navenda Îdirê û dû re jî çû navçeya Bazîda Agirîyê û li vê hinek zîyaretan kir.

Yapicioglu, li navenda Îdirê jî dikandaran zîyaret kir û pirsgirêkên wan gohdar kir.

Piştî zîyaretên li Îdirê bi tevî lijneya xwe derbasê navçeya Bazîda Agirîyê bû û li vê derê jî dikandaran zîyaret kir û pirsgirêkên dikandarên li vê derê jî gohdar kir.

Yapiciogluyê ku pirsgirêkên dikandaran da nivîsandin, got ku ew ji bona di çareserîyên van pirsgirêkan de ew ê micadele bikin, van pirsgirêkan jî bighêjînin rayedaran û di nav lêgerîna çareserîyê de bin.

Yapiciogluyê ku xelq ji wî re gelek eleqe nîşan da, dawetê wan yê vexwerina çayê jî bêgerew nehêşt.

Yapiciogluyê ku bi wan kesên ku ji miameleya PCRê ya di Derê Sînora Gurbulakê de tê kirin dilê xwe bi xwe dişewîtinin re axivî, bi bîr anît ku ev test di Derê Sînora Kapikoya Wanê nayê girtin weha got, “Bajara Wanê û bajara Agirîyê di komarîyên cuda de nînin, ev cudayîyan bi tenê di hinek bajaran da heye. Çima ji derê sînora Wanê ev test nayê girtin di derê sînora Agirîyê de tê girtin?” û ew ê vê meseleyê jî bînin rojevê. (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir